Di şikefteke Mêrdînê de goreke bikom hat dîtin

Li gor medya Tirkiyê, li avahiya Gulbîş ser bi bajarokê Kerborana Mêrdînê di nav şikeftekê de hestiyên bi dehan kes hatine dîtin.

30.05.2020, Cts - 09:53

Di şikefteke Mêrdînê de goreke bikom hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di şikeftekê de goreke bikom hat dîtin û hejmareke zêde ya hestiyên mirovan tê de ne.

Li gor medya Tirkiyê, li avahiya Gulbîş ser bi bajarokê Kerborana Mêrdînê di nav şikeftekê de hestiyên bi dehan kes hatine dîtin.

Ew hestî ji aliyê xelkê navçeyê ve hatine dîtin û tê gumankirin ku dîroka wê gora bikom vedigere salên 90î û hestiyên wan kesên kuştî bin ku bikujên wan nediyar in û li Tirkiyê wek ‘Dosya Kiryar Nediyar’ tê naskirin.

Welatiyek bi navê Îrfan Yaqut dîmenê wan hestiyan girtiye û li Dozgeriya Giştî ya Kerboranê doz tomar kiriye. Ew welatî ku di sala 1993an de bavê wî hatiye kuştin û heta niha bikujê wî nehatiye dîtin dibêje, dîmen tomar kirine, hestî hatine komkirin û zêdeyî 30 kase serî dîtine.

Ji salên 1990an ve li Tirkiyê Rêxistina Hêzên Cendirme û Sîxuriya Taybet bi rûbirûbûna terorê ku wek JITEMê dihat naskirin welatiyên Kurd direvandin û dixistin jêr îşkenceyê.

Di wan salan de hejmareke zêde Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine kuştin ku heta niha bikujên wan nehatine dîtin.

 

 

 

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 613 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:17:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x