Dîlok: Mînîbus û mîksera betonê li hev qelibîn…Gelek mirî û birîndar hene!

Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê mînîbusek û mîksera betonê li hev qelibîn, 8 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

06.05.2024, Pts - 15:57

Dîlok: Mînîbus û mîksera betonê li hev qelibîn…Gelek mirî û birîndar hene!
Nuçe Belav bike

Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê mîksereke betonê û mînîbuseke rêwiyan li hev qelibîn.

Di encama qezayê de li gorî zanyariyên destpêkê 8 kesan canê xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, qezayê li ser rêya navçeya Îslahiyeyê ya Dîlokê û parêzgeha Hatayê rû daye, mîksera betonê û mînîbusa rêwiyan her du jî wergeriyane.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Parêzgarê Dîlokê li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand ku heta niha 8 kesan canê xwe ji dest daye û hejmara birîndaran jî 11 ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:21:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x