Duzgun Kaplan: Kes nikare bi zimanekî qirêj êrîşî Alaya Kurdistanê bike

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan dibêje: “Dinya rêzê li Alaya Kurdistanê digire, em xwedî li Alaya xwe derdikevin, kes nikare zimanekî qirêj êrîşî Alaya Kurdistanê bike.”

27.03.2025, Per - 15:57

Duzgun Kaplan: Kes nikare bi zimanekî qirêj êrîşî Alaya Kurdistanê bike
Nuçe Belav bike

Li Tirkiye bi girtina şaredarê bajarê Mezin Ekrem Îmamoglu çalakiyên ku ji 19ê Adarê ve tên kirin didomin. Di van çalakiyan de jî ji bilî daxwaza dad û demokrasiyê, heqaret li nirxê Kurdan û Alaya Kurdistanê tê kirin. Piştî devavêtina Şaredarê Mezin yê Enqereyê Mansur Yavaş ku Alaya Kurdistanê weke ‘paçik’ nîşan dabû, serokê giştî yê Partiya ÎYÎyê Musavat Dervişoglu jî dev avêt Alaya Kurdistanê. 

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan îro ji ajansa K24ê re got: “Niha ev siyaseta ku dibêjin e Partiya Baş yane ÎYÎ Partî gelek tiştên xirabî dikin. Hebûna van li ser dijî hebûna Kurdan e. Tiştên ku dibêjin jî ne ehlaqî ye, ne siyasî ye. Yane em dijî wê derdikevin. Ew Ala, Alaya Kurdan e, Kurdistana Başûr wek fermî tê qebûlkirin, ev ne siuyaseteke dîplomasî ye, ne cihê hûrmetiyê ye.”

Amaje bi wê jî kir: “Niha tiştê ku diqewime, em dixwazin sînorê demorasiyê firehtir bibe. Kesekî bê hilbijartin û ji aliyê hiqûqî ve bê girtin tiştekî nebaş e. Lê CHPê çi ye em baş dizanin, dijî Kurdan çi siyasete dike em baş dizanin. Lê sînorê demokrasiyê çiqasî firehtir be hewqasî baş e.”

Duzgun Kaplan got jî: “Lê tiştê di kolanan de, ew hilbijartina 2023an de nijadperestiya Tirkan gelekî mezin kirin û vê jî bandor li siyaseta Tirkiyeyê kir. Siyaseteke dijî Kurdan, ev siyaset siyaseteke aqilane nîne. Kurd di erde xwe de miletekî qedîm e, Alaya wî heye, zimanê wî heye, çanda wî heye, sînorê wî heye. Hemû kes hewceye hûrmetî vê bike. Ev Alaya ku li cem cenabê Serokkomar Erdogan tê daliqandin, eger serokkomar hûrmet dike, gerek her kesek hûrmet bike. Dinya hûrmetî Alaya Kurdistanê dike, em xwedî li Alaya xwe derdikevin, kes nikare zimanekî qirêj êrîşî Alaya Kurdistanê bike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 907 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:32:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x