Çavdêrê siyasî Fethullah Elçî li ser rewşa pirsa Kurd a li Tirkiyê diyar kir ku eger Tirkiye ji aliyê yasayî ve derfet bide Kurdan, Kurd bi xwe dikarin dibistan û kolejên xwe vekin.
Çavdêrê siyasî Fethullah Elçî ji bajarê Stenbolê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû li ser rewşa pirsa Kurd a li Tirkiyê bersiv da pirsên Cemal Batun.
Li ser pirsa "Gelo mimkun e ku di proseyeke weke îro de li Tirkiyê reform were kirin?" Fethullah Elçî diyar kir: “Wextê mirov rewşa Tirkiyê tîne ber çavan, reform bi devkî têne gotin, lê ji aliyê pratîkî ve gelek zehmet e. Îro li Tirkiyê wextê ku yek ji aliyê yasayî û hiqûq û mafan ve dixwaze tiştekî bibêje, gelek bela tên serê wan, pêşiya wan tê birîn û nahêlin ku fikr û ramanên xwe jî bînin ser ziman.”
Derbarê pirsa "Gelo çi tişt rêgirî li wê yekê dike ku Tirkiye li ser pirsa Kurd reforman nake?", Fethullah Elçî diyar kir: “Dewleta Tirkiyê û hikûmeta AK Partiyê, lazim e ku hemû tirsên xwe deynin aliyekî û rastiyan bînin ber çavên xwe, rastiyên vî miletî.”
Fethullah Elçî destnîşan kir: “Tirsek heye, dibêjin eger em pirsgirêka Kurd çareser bikin, gelek kûr û dûr biçe, lê ne bi vî şiklî ye. Ez weke Kurdekî serbixwe, ez ne girêdayî ti aliyê siyasî me, ez ne girêdayî ti îdeolojiya me, ne li aliyê ti rêxistineke siyasî me jî, weke Kurdekî li bakurê welat ez dijîm, pirsgirêka me heye.”
Li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû "Li Tirkiyê pirsa Kurd nemaye û min bi xwe ew pirs çareser kir", Fethullah Elçî diyar kir: “Ew dibêjin pirsgirêka Kurd tine ye, lê îro zimanê Kurdî çima ji aliyê yasayî ve nayê qebûlkirin û ji aliyê yasayî ve gavên baş nayên avêtin? Eger ku çi pirsgirêka Kurd tinebe, çima ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî dibistan nayên vekirin? Çima kolej nayên vekirin? Çima gavên baş nayên avêtin?”
Elçî herwiha destnîşan kir: “Em ji wan dixwazin û dibêjin; hûn dibêjin pirsgirêk tine ye û hûn naxwazin çareser bikin, derfetê bidin Kurdan, Kurd bi xwe gelek îmkanên wan hene, derfetên wan hene, karsazên wan hene, xwendevanên wan hene, derfetê bidin me ji aliyê yasayî ve, hûn pêşiya me vekin, ti qedexe daneynin pêşiya me, em bi xwe dikarin ji xwe re dibistanan vekin, em dikarin kolejan vekin.”
Fethullah Elçî diyar dike: “Di çend zanîngehên dewleta Tirkiyê de beşa zimanê Kurdî heye, lê wextê ku ew kesên diçin dixwînin, wextê diqedînin bêkar dimînin. Li ti aliyên fermî nayên bicihkirin.”
Elçî li ser tifaqa AK Partî û MHPê jî eşkere kir ku dema hikûmeta AK Partî bi MHPê re tifaq kir, dawiya desthilata xwe anî û ev ji bo wê şaşiyeke gelek mezin bû.