Firokeyên Tirkiyeyê 27 xalên PKKê li Metîna, Zap û Qendîlê bombebaran kirin

Firokeyên Tirkiyeyê xal û pêgehên PKKê li deverên Metîna, Zap, Xakurk, Garê û Qendîlê bombebaran kirin.

20.03.2024, Çar - 09:48

Firokeyên Tirkiyeyê 27 xalên PKKê li Metîna, Zap û Qendîlê bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da xuyakirin, firokeyên wan deverên deverên Zap, Metîna, Gare, Xakurk û Qendîlê bordûman kirine.

Wezaretê da zanîn di êrişan de 27 xal û pêgehên PKKê hatine armanckirin û jinavbirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê aşkere, li navçeya operasyona “Pence Kilîtê” jî, di encama êrîşên PKKê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Amaje bi wê jî, di encama pevçûnan de 6 çekdarên PKKê jî hatin kuştin.

Vî nûçeyê tevayî: 154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:19:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x