Ajansa “SANA” a fermî ya Sûrî doh 9ê Nîsanê belav kir, “Di bin çavdêriya Wezareta Berevaniyê û Hêzên Ewlekariya Giştî de, karwanê duyemîn a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Helebê derketin û ber bi rojhilatê Firatê ve ketin rê.”
Karwanê yekem HSD roja 4ê Nîsanê ji her du taxên kurdan li Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) ber bi rojhilatê çemê Firatî ve vekişiyavûn.
Ev yek piştî wê tê, HSD û birêveberiya nû ya Sûriyeyê roja 1ê Nîsanê li ser taxên Kurdî yên Helebê rêkeftinek îmze kiribûn û li gorî wê rêkeftinê, erkê parastina wan her du taxan û azadkirina tevahiya girtiyan tê kirin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê jî derbarê vekişîna hêzên xwe ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de ragihandibû, “Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) berpirsiyariya pêkanîna ewlehiya her du taxan hildigire ser milê xwe.”
Her di vê çarçoveyê de jî, roja 3ê Nîsanê proseya paqijkirina zindanan ji girtiyan di navbera Rêveberiya Ewlekariya Hundirîn a Helebê û HSDê de dest pê kir û 100 çekdarên Sûrî ji aliyê HSDê ve û 150 şervanên HSD jî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin azadkirin.