Gundê Xerabê Bava: Em nikarin derkevin derve, em nikarin biaxivin

Gundê Xerabê Bava ya bi ser Nisêbînê ya ku ji serê hefteyekê ye di bin dorpêça leşkerî de ye gundî bi endîşe ne û dibêjin haya gelê gundiyan ji hev nîne û ew nikarin derkevin derve. Lewra nizanin wê çi bê serê wan.

19.02.2017, Paz - 11:30

Gundê Xerabê Bava: Em nikarin derkevin derve, em nikarin biaxivin
Nuçe Belav bike

Li gorî nuçeyê li ser Dîhabê hatiye belavkirin, ajansê xwe bi rêya telefonê gihandiye hin gundiyên gundê Xerabê Bava û xwestiye rewşê hîn bibe. Li gundê ku ev hefteyeke di bin dorpêça leşkerî de ye gel nikarin ji malên xwe derkevin. Ji ber vê pêdiviya bi xwarin û vexwarinê zêde bûye herwiha gelek heywan jî dikin bimrin.

Dihab ê xwe birêya telefonê gihande welatiyê bi navê Ş.K û xwest ku rewşa dawî hîn bibe. Ş.K. got: 'Em nikarin bi xweşikayî bi telefonê jî bipeyivin. Dema bibînin wê telefonên me ji me bigrin. Em dixwazin dengê me bê bihîstîn. Em di rewşeke zehmet de ne.'

Ş.K. di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku ew nikarin serê xwe ji pacê derxînin û wiha pê de çû: 'Dema ku em derdikevin hewşê leşker berê çekan bi me vedikin. Her li nava gund digerin û kontrolan dikin. Ji ber em nikarin derkevin derve em nikarin nan jî lêxin. Rewşa me ne baş e.'

Şêniyek din yê gund yê bi navê N.D. jî dibêje 11ê Sibatê 5 firoke 75 deqîqeyan li ser gund geriyane. N.D diyar dike ku ew, roja destpêka dorpêçê çûbû nexweşxaneyê, ji ber vê yekê ji wê rojê ye, hew dikare vegere gund.

N.D got: 'Li gund gele ixtiyarên nxweşê tansiyonê hene. Telefon qut dibin. Em nikarin xwe bigîhînin zilamên li gund lewra hemûyan kirine binçav.'

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1765 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:57:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x