HAK PAR: Em hêvîdar in encamên hilbijartinan di xizmeta armancên netewî û gelê Kurdistanê de bin

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li gelê Kurdistanê pîroz dike û hêvî dike encamên hilbijartinan bide sedema pêkanîna armancên neteweyî û gelê Kurdistanê di nava aştî, ewlehî û aramiyê de bipêş bikeve.

22.10.2024, Sal - 10:15

HAK PAR: Em hêvîdar in encamên hilbijartinan di xizmeta armancên netewî û gelê Kurdistanê de bin
Nuçe Belav bike

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan di peyamekê de ragihand, “Em kêfxweş in ku gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê di nav şer û mercên azad de, bi awayekî serkeftî bi dawî hatin.”

Duzgun Kaplan got: “Em pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û saziyên ku proseya hilbijartinan birêve dibin û hemû partî û namzedên ku bi aştiyane çûne ser sindoqan û bi gihîştina demokratîk ku di nava kaosa ku li Rojhilata Navîn de serdest e, dengê xwe didin.”

Di peyamê de hat: “Em hêvîdar in encamê hilbijartinan bide sedema wê yekê ku hemû alî ji bo armancên neteweyî û ji bo xizmeta gelê me,  siyasetê pêk bînin û gelê Kurdistanê di nava aştî, ewlehî û aramiyê de bi pêş bikeve.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 966 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:21:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x