HDP: Referandûma Kurdistanê û bûyerên Efrînê kurd nêzikî hevdu kirin

Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli diyar kir ku danûstandinên wan ligel partî û aliyên siyasî yên kurd hene û got, bi taybetî referandûma Herêma Kurdistanê û êrîşên li ser Efrînê kurd hîn nêzikî hevdu kirin.

28.04.2018, Cts - 17:47

HDP: Referandûma Kurdistanê û bûyerên Efrînê kurd nêzikî hevdu kirin
Nuçe Belav bike

Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli ji malpera Gazete Duvarê ji bo Irfan Aktan axivî û diyar kir ku di nav raya giştî ya HDPê de her kes dixwaze Selahattin Demirtaş bibe namzedê serokomariyê û got, em ê di taliya talî de bi awayekî teqez navê namzedê xwe di roja 3yê Gulanê de eşkere bikin.

Temelli herwisa ji bo hilbijartinên parlamenteriyê jî da zanîn ku armanca wan derxistina zêdetirî 100 parlamenteran e.

Sezai Temelli li ser gefxwarina Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Ismail Kahraman a ku derbarê gotina 'bajarên kurdan' de got, serokê parlamentoyê bi hezeyanan tevdigere û ev helwesta dengdêrên me hîn motîve kir. Hevserokê HDPê anî ziman ku 'ev nêzîkatiya nijadperest' a serokê parlamentoyê li hemberî nasnameya parlamenterên kurd ên di nava AKPê de êrîşek bû û got, "Wê niha bi kîjan rûyî werin ji bajarên kurdan dengan bixwazin." Sezai Temelli parast ku AKP êdî nikare ji bajarên kurdan parlamenteran derxîne û got, bila ji bo zêdebûna parlamenterên HDPê xwe amade bike.

Temelli li ser peywendiyên HDPê yên bi partî û aliyên siyasî yên kurdan re jî ragihand ku di navbera wan de danûstandin hene û got, bi taybetî referandûma Kurdistanê û bûyerên li Efrînê kurdan ji aliyê hestyarî ve xwe hîn nêzikî hevdu kirin. Temelli ev tişt gotin, "Ev nêzîkbûn wê tevkariyê li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd jî bike. Wê ji bo Kurdistana Iraqê jî ji bo Rojava jî bibe sedema dekeftiyên girîng. Çawa li rojavayê Tirkiyeyê hêzên ked û demokrasiyê yekîtiyê nîşan didin û li hemberî vê desthilatiyê têdikoşin, li Kurdistanê jî di siyaseta kurdan de geşedanên bi vî rengî rû didin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:20:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x