HDPê, li ser îdiaya ku Işik tundî li hevjîna xwe kiriye biryar da ku wî jibo du salan ji partîyê dûr bixe.
Komîsyona Dîsîplînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), encama lêpirsîna derheqa parlamenterê wê yê Muşê, Mensur Işik eşkere kir.
HDPê, li ser îdiaya ku Işik tundî li hevjîna xwe kiriye biryar da ku wî jibo du salan ji partîyê dûr bixe.
Cîgira seroka koma parlamanê ya HDPê, Meral Daniş Beştaş di civîna heftane ya HDPê de, li Amedê got ku HDPê li hember tundî yê.
Herwiha Meral Daniş Beştaş: “Em xemgîn in ku navê partîya me bi vê mijarê hatiye rojevê, lê em bi ti awayî tundîya ser jinan qebûl nakin. Loma me biryar da ku Işik jibo du salan ji partîyê were dûrxistin.”
Beştaş di civînê de hewildana vekişîna ji Peymana Stenbolê rexne kir ku hember tundîya ser jinan hatibû îmza kirin.
Meral Daniş Beştaş pêşnîyara hikûmetê ya guhertina qanûna medya civakî jî bi tundî rexne kir û got ku desthiltdarî dixwaze bi vê zagonê kontrola xwe ya ser medya civakî xurt bike.