Berdevkê HezKurdê Barij Celalî amaje bi wê kir wan ne tenê li ser navê HezKurdê lê li ser navê gelê Kurd serî wê rêxistinê dane û got ku wan di serlêdana xwe wan behsa wê yekê kiribû ku Tirkiye jî beşek e ji UNESCOyê û divê erkê xwe bicih bîne û mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî nas bike.
Berdevkê HezKurdê got ku ew sêrlêdan û daxwaza wan derbarê zimanê Kurdî de ji aliyê UNESCOyê ve bi êrênî hat pêşwazîkirin û piştgiriya xwe nîşan da û ji ber vê sedemê jî Celalî spasiya wê rêxistinê kir.
Herwiha Berdevkê HezKurdê ew nameya UNESCOyê xwend ku bi zimanê Fransî bo HezKurdê hatiye şandin û ku di nameyê de UNESCO tekeziyê li ser wê yekê dike ku her zarokek xwedî mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye û “ev maf jî hewceyî rêzgirtinê ye û bi yasayên UNESCOyê tê parastin.”
Her di wê nameyê de UNESCO balê dikişîne ser wê yekê ku ew ji dewletên endam daxwaz dikin da ku “piştgiriyê bidin cihêrengiya pirzimanî û çandî û vê yekê pêş bixin û em her sal vê yekê bibîr dixin.”
Di nameyê de UNESCO spasiya HezKurdê dike bo ku li ser vê rewşê bala wan kişandiye ku “haya me jê tune bû bi vî awayî.”
Hereketa Zimanê Kurdî ku weke HezKurd tê naskirin, roja 7ê Îlona derbasûyî li Amedê bi awayekî fermî hatibû damezrandin.
HezKurdê ji bo ku zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê perwerdehiyê û bikeve bin parastineke yasayî, serî li UNESCOyê dabû.
Roja 14ê vê mehê jî HezKurdê aşkere kiribû ku UNESCOyê bersiva wan daye û ragihandibû, “Em vê mizgîniyê wek destkeftek dîrokî dibînin ji bo Miletê Kurd û soz didin ku xebat û danûstandinên me yên li gel UNESCO û Neteweyên Yekbuyî dê bi awayekî bihêztir berdewam bin.”
Endamê Lijneya Rêveberiya HezKurdê Aydin Dere roja 22/02/2021 ji bo ku zimanê Kurdî bi qanûnî were garantîkirin û bibe zimanê perwerdehiyê serî li Nûnertiya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û UNESCOyê dabû.
Aydin Dere ragihandibû, “Ji 1923, damezirandina Komara Tirkiyê vir ve cara yekem e ku ji bo Kurdî serî lî Netewên Yekbûyî (NY) tê dayîn. Em bi hêvî ne ku NY ji bo Kurdî li dijî Tirkiyê gav biavêje. Dê demek dirêj bigirê lê ji bo ku encamek jê bê wergirtin em dê pêvajoyê bişopînin.”