HSD: Amerîka li hember me bê wefa bû

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) ragihand, Amerîka di bicîhanîna sozên xwe de li hember wan bê wefa bûye.

07.10.2019, Pts - 09:15

HSD: Amerîka li hember me bê wefa bû
Nuçe Belav bike

HSDê, ku piraniya wan şervanên YPGê û kurd in, li ser gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û helwesta Amerîka daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de HSDê ragihandiye, ew ti carî nebûne gef li ser Tirkiyê. Eger Tirkiye êrişî Rojava bike dê bandorek xirab li şerê DAIŞê bike û hemû destkeftan tine bike.

HSDê li ser helwesta Amerîka li hember êrişên Tirkiyê jî ragihandiye, wan sozên xwe bicîh anîne lê Amerîka li hember wan bê wefa bûye.

HSDê bang li hemû gelên kurd, ereb û aşûrî yên Rojavayê Kurdistanê kiriye li hember êrişên Tirkiyê yekrêz û yekdeng bin.

Koşka Spî ragihandibû, Tirkiye dê di demek nêzîk de dest bi operasyona Sûriyê bike. Amerîka ne beşdarî wê operasyonê dibe ne jî dijîtiyê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:52:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x