HUDAPAR helwesta xwe ji diyaloga ENKS û PYNKê dikar kir

Tifaqa ENSKê û PYNKê ji bo ku Kurd di pêşeroja xwe de bikaribin li hemberî gefan destkeftiyên xwe biparêzin bi berz tê nirxandin. Lêbelê rêveberên HUDAPARê li ser tifaqê daxuyaniyeke belav kiribûn û ragihandibûn ku ew li dijî helwesta Amerîka û PKKê ne.

27.06.2020, Cts - 09:02

HUDAPAR helwesta xwe ji diyaloga ENKS û PYNKê dikar kir
Nuçe Belav bike

Tifaqa partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê raya giştî ya Bakur ve jî ji nêz ve tê şopandin. Tifaqa ENSKê û PYNKê ji bo ku Kurd di pêşeroja xwe de bikaribin li hemberî gefan destkeftiyên xwe biparêzin bi berz tê nirxandin. Lêbelê rêveberên HUDAPARê li ser tifaqê daxuyaniyeke belav kiribûn û ragihandibûn ku ew li dijî helwesta Amerîka û PKKê ne. Cihgirê Serokê Giştî yê Hudaparê Zekeriya Yapicioglu dibêje; ew dixwazin hemî aliyên Kurdan lihevkirî bin, lê ji ber kiriyarên Amerîka û PKKê di mijara tifaqê de bifikar in.

Cihgirê Serokê Giştî yê Hudaparê Zekeriya Yapicioglu ji K24ê re got: "Daxwaza ne ew e ku Kurd di nava xwe de tifaqa xwe ava bikin. Lê ne tenê Kurd hemû mirovên li ser axa vê cîhanê dijîn em dixwazin bigihin heqê xwe, Em dixwazin ku her kes wekî însanan bi rûmata xwe bijî. Em vê dibêjin, Kurd jî di nav de, ê em jî Kurd in û em dixwazin Kurd bigihin maf û statûya xwe, em ê bi vê keyfxweş bin. Hin kes Hudaparê li dijî vê yekitiyê nîşan didin, lê ne wisa ye, em tenê fikarên xwe tînin ziman. Em aliyên aştiyê ne, em alîyên yekitiyê ne û em aliyên edaletê ne."

ENKS û PYNK li ser zemîna peymana Duhokê ya 2014an lihev hatin û di mijarên rêveberî û siyasî û serbazî dê hevkariyê esas bigrin. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî nêzîkbûna partiyên Kurdî xêrnexwazên Kurdan aciz bike jî divê Kurd vê tifaqa ku bi piştgiriya hêzên xwecihî û navdewletî pêkhatiye biparêzin. Mafnas û Şîrovekarê Siyasî Sidqi Zîlan dibêje; li vê herêmê bêyî hêzên mezin yên wekî Amerîkayê ti alî nikarin tiştekî bikin û niha dema parastina tifaqa Kurdan e.

Sidqi Zîlan dibêje: "Em îro li ser îdeolojiyan ti mûnaqeşeyan nakin. Ne tenê lihevkirina PYD û ENKS û partiyên din em dixwazin hemû aliyên li Rojava dijîn bi hev re azad be, siyaset azad be, hiqûq serdest be. Cîhana pêşketî ji me çi dixwaze û em çi dixwazin divê em vê bizanin. Em wekî gelên Kurdistanê em vê tifaqê diparêzin û jixwe me hemuyan wiha dixwest."

Her çiqas rayedarên Hudaparê bibêjin ew ji ber helwesta Amerîka û PKKê bifikar in jî di daxûyaniya xwe de dibêjin ew dixwazin ku hemû aliyên li Rojava bi hev re di nav aramiyê de bijîn û bi awayeke demokratîk xwe birêvebibin. Tifaqa ENSKê û PYNKê bi hewl û piştgiriya rêveberiya Herêma Kurdistanê û Amerîka û Fransa hat ragihandin û ji aliyê partî û rêxistinên wekî HDP û hevgirtiyên wê û partiyên Kurdistanî ve piştgirî stand.


k24
Vî nûçeyê tevayî: 682 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:14:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x