Iraqê di derbarê êrişa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê de daxuyanî da

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê daxuyand ku "em bombebaran û binpêkirina sînorên Iraqê yên ji aliyê Tirkiyê ve tên kirin şermezar dikin.”

22.03.2018, Per - 17:30

Iraqê di derbarê êrişa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê de daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de desnîşan kir ku "em bombebarana Tirkiyeyê ya li ser gundên navçeya Soranê hatibû kirin û di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn şermezar dikin." Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de her wiha hatiye diyarkirin: "Em bombebarana Tirkiyeyê ya li ser herêma Dola Balekayetî şermezar dikin, ku ji ber bombebaranê hejmarek welatî şehîd bûn."

Wezareta Derve ya Iraqê destnîşan kiriye: "Derbasbûna nav axa Iraqê, xizmeta berjewendiyên navbera Tirkiye û Iraqê nake. Bexda li dijî hebûna her hêzekê ye ku ji axa Iraqê ve li dijî welatên cîran çalakî pêk bînin."

Hêjayî gotinê ye ku peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê ragihandibû ku îro danê sibehê di encamdana 4 ciwanên kurd ku li Çomanê beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê bibûn ji aliyê balafirên tirk ve hatibûne kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1041 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:16:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x