Ji Bexdayê daxuyaniya qedexeyên balafirxaneyên Kurdistanê

Berdevkê hikûmeta Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo rakirina dorpêça balafirxaneyên Kurdistanê ti demeke diyarkirî tuneye.

09.12.2017, Cts - 09:15

Ji Bexdayê daxuyaniya qedexeyên balafirxaneyên Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Berdevkê hikûmeta Iraqê Seed Hedîsî di axaftina xwe de got: "Ti demeke diyarkirî ji bo rakirina qedexeya balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn. Ji bo rakirina dorpêça hewayî divê rêvebiriya herdu balafirxaneyan têkeve destê hikûmeta federali."

Seed Hedîsî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heta niha ti nîşanek ji bo rakirina herdu balafirxaneyên Herêma Kurdistanê tine û ev mijar ne di rojeva me de ye."

Di rojên borî de hinek çavkaniyên nêzîkî Bexdayê îdîa kiribûn ku dibe hetanî serê salê hikûmeta navendî dorpêça hewayî ya ser balafirxaneyên Kurdistanê rake.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:20:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x