Dewleta Tirkîyeyê, dewletên herêmî gişt û hêzên navnetewî, PKK û hemû hêzên leşkerî , divê rêzê li hebûn, biryar û îradeya fermî û meşrû ya Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê bigirin.
Heta ku kurd û Kurdistan azad nebin ne mimkûn e li herêmê aştî û îstîqrar were înşakirin
Li welatê me, li herêmê, li dinyayê, em ji demeke bûyerên girîng diqewimin derbas dibin. Vîrusa
koronayê di demeke kin da li seranserê dinyayê belav bû û gihîşt nuxteyeke ku pêşeroja însanan tehdît dike.
Mirinên ji ber vîrusa koronayê gihîştîye nêzî milyonekî û jimara kesên ev nexweşî di wan geriyaye hema hema gihîştiye 20 milyonî. Ji ber vê epîdemiya heta nuha emsalê wê tuneye, dinya kirîzeke aborî ya cidî dijî, bi milyonan însan ji karên xwe bûn û tevî ordiya bêkaran dibin.
Netîceyên epîdemiya koronaya ku dinya daye ber xwe li Tirkiyeyê, li Kurdistanê û li herêmê gihîştiye
nuxteyeke hîn bi tahlûke. Îktîdara AKPê, ji dêlî ku li hemberî vê epîdemiyê programeke micadelê ya
berfireh amede bike, siyaseteke ku ji bo pêşeroja îktîdara xwe biparêze dimeşîne.
Ji ber siyaseta îktîdarê ya rojane û bêîstîkrar mirinên ji ber vîrusa koronayê her roj zêde dibin, însan
her roj zêdetir bi vê nexweşiyê dikevin.
Li Kurdistanê gelê me li hemberî vîrusa koronayê terkî qedera xwe hatiye kirin. Ji ber zêdebûna nexweşê koronayê li nexweşxaneyan cîh nayê dîtin, însan ji îmkanên tedawiyê mahrûm mane.
Li welatê me yê birçîbûn û feqîrî lê pir zêdeye, ji nuha da bi milyonan însanan karên xwe wenda kirine û mahkûmî birçîbûnî û hejariyê bûne.
Bi gotineke din ji ber vê epîdemiyê jiyana gelê me di bin xetereke mezin da ye. Divê em xisarên felakate korona bûye sebeb kêm bikin.
Di vî warî da tiştê were kirin dibê gelê me bi şiklekî organize, bi zanîn û bi berpirsiyarî li qaîdeyên hîjyenê miqate be, rîayetê qaîdeyan bike û ji qelebalixên zêde dûr keve.
Odeyên Tabîban di serî da, dibê rêxistinên meslegî û siwîl û siyasî dest bidin hev û li hemberî epîdemiya koronayê seferberligê îlan bikin. Ji bo sihet, kar û jiyana civatê divê zextê bidin ser hukûmetê.
Di demeke ku dinya, welatê me û herêma me di bin tehdîda vîrusa koronayê da ye, li Tirkiyê hukûmeta mewcûd li hemberî gelê me şerekî mezin dimeşîne.
Dewleta Tirkîyeyê îro di mesela kurdû Kurdistanê da di her warî da li hemberî kurdan siyaseteke nîjadperest, şoven û êrîşkar dimeşîne.
Tabele û îşaretên kurdî tên qedexekirin, beşên kurdî yên di zanîngehan da bêfonksiyon tên hîştin mamosteyên kurdî nayên tayînkirin.
Dewleta Tirkîyeyê careke din li gelek herêmên Kurdistanê daristanan dişewitîne.
Dozên girtinê yên di heqê partiyên bi navê Kurdistanê da hatine vekirin, li hemberî tevgera kurd ya netewî wek Şûrê Demokles tê bikaranîn, mafê azadiya fikrî, xwe îfadekirinê û xwe organîzekirinê ji ortê tê rakirin. Tevgerên leşkerî yên ku bênabên têne meşandin li Kurdistanê jiyan kiriye dojeh. Rojek bêyî operasyonên siyasî, girtin û tewqîfat derbas nabe.
Dewleta Tirkîyeyê êdî ne bakurê welatê me tenê, Kurdistan bi tevayî daye ber xwe û êrîşê dibe ser.
PKK, Parlamentoya Kurdistanê, hukûmetê û serokatiya meşrû, biryar û îradeya wan paş guh dike, ji nedî ve tê û bi faalîyetên xwe yên li Kurdistana Başûr zirarê dide destkeftîyên Başûrê Kurdistana.
PKK bi çalakî û tevgerên xwe yên şaş yên li başûrê Kurdistanê, rê ji êrîşên Deleta Tirkîyeyê re xweştir dike, Dewleta Tirkîyeyê jî hebûna PKKê ji xwe ra dike bahane û sebebekî êrîşên xwe.
Êrîşên Deleta Tirkîyeyê yên li hemberî Herêma Kurdistanê hereketeke dagirkeriyê ya eşkereye. Di van
êrîşên Tirkiyeyê da gelek kesan jiyana xwe jidest dane, gelek gund wêran bûne, bi hezaran însanî ji
mecbûrî cîh û warên xwe terikandine. Bi van êrîşan, Dewleta Tirkîyeyê dixwaze Herêma Kursdistanê bêîstêkrar bike û zirarê dide destkeftîyên dewleta federe.
Divê li hemberî vê nêta Dewleta Tirkîyeyê ya dagirker helwest bê girtin. Hukûmeta Herêma Kurdistanê, aktorên siyasî û hêzên civatê hemû divê li hemberî van êrîşan dengê xwe bilind bikin.
Hukûmeta Îraqê, Dewletên Ereban, Neteweyên Yekgirtî, Yekitîya Ewrûpayê, NATO û hêzên navnetewî yên têkildar, divê êdî li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê şêla xwe baş zelal bikin.
Dewleta Tirkîyeyê, dewletên herêmî gişt û hêzên navnetewî, PKK û hemû hêzên leşkerî , divê rêzê li hebûn, biryar û îradeya fermî û meşrû ya Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê bigirin.
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê jî êrîşên xwe yên antî kurd û dagirker dimeşîne. Ji Efrîna di bin dagirkeriya Dewleta Tirkîyeyê da ye, însan tên revandin û tên kuştin, dest didin ser mal û milkên kurdan, kurd ji cîh û warên xwe tên qewirandin, dewlemendiyên herêmê tên talankrin û dizîn.
Ji bo ku dawî li vê zulmê, şêlandinê û dagirkeriyê were, hewcedarîya kurdan bi yekîtiya netewî heye.
Li Rojavayê Kurdistanê di navbeyna ENKSê û PYNKê da , li ser esasê Mutabaqata Duhokê ya sala 2014an hewildaneke tifaqê destpê bûye û ev hewldan hêvîdar e.
Partiyên di yên li derveyî ENKSê û PYNKê jî beşdarî vê tifaqê bibin ewê yekîtiya netewî, demokratîk qewîtir bibe. Li rojavayê welatê me serkeftina gelê me ancax bi yekîtiyeke saxlem û bi alîkariyeke aktîf ya navnetewî mimkûn e.
Heger îktîdara siyasî ya Dewleta Tirkîyeyê, îro li Lîbyayê, li Derya Sipî, li Egeyê, li Kafkasan siyaseteke hişk û êrîşkar dimeşîne, ji sebebên herî mezin yê ku cesaretê dide Dewleta Tirkîyeyê yek jî bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî Tirkiyê ye; dema Tirkyê bêfutûr êrîşî kurdan kir van hêzan li hemberî Tirkiyê bêdeng man. Di vî warî da divê zêde dereng neyê mayin. Civata navnetewî, di serî da jî Neteweyên Yekgirtî divê bendekê bikşînin ber emelên Dewleta Tirkîyeyê yên êrîşkar û dagirker.
Em bang li Dewleta Tirkîyeyê dikin, divê siyaseta xwe ya şer û antî-kurd biterikîne, bi hemû partiyên kurdan ra rê li ber çareseriyeke siyasî, demokratîk veke.
Em bang li PKKê dikin, divê dev ji vê şîdeta ku zirarê dide gelê me, dev ji van tevgerên çekdarî berde.
Partiyên me, , îdamkirina xortên kurd yên ji alîyê Dewleta Îranê ve , siyaseta îmhayê ya ku Dewleta Îranê li li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî gelê me dimeşîne, êrîşên wê yên leşkerî şermezar dike.
Hemû pêşketinên li herêmê û dinyayê mesela kurd û Kurdistanê aktuel kiriye. Heta ku miletê kurd negihîje azadiya xwe, heta ku gelê me li welatê xwe Kurdistanê xwe îdare neke, ne mimkûn e li herêmê aştî, demokrasî û zemîneke adîlane peyda bibe.
Gelê me bi tecrûbeya xwe ya ji dîrokê tê û bi zanîna xwe, heta ku bigihîje azadiya xwe, ewê têkoşÎna xwe bi ezmeke mezin bidomîne. Ji bo vê jî di serî da wezîfe dikeve ser milên hêzên netewî. Berê li her perçeyî dibê hêzên welatparêz hêzên xwe bi yek in, di eyn wextê da jî dibê li tevahiya Kurdistanê hêzên azadîxwaz giş ji bo ku
destkeftiyên hene biparêzin, jibo rêya zadîyê xurtir bikin, di nava hevkariyê da bin, destegê bidin hev, alîkariya hev bikin, bi hişmendîyeke netewî, niştimanî tevbigerin.
Em divê qet bêhêvî nebin.
Emê miheqaq qezenc bikin.
18.08.2020
PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan), PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)