Ji ber erdhejê hin bircên li rojhilat, başûr û başûrrojhilatê Keleha dîrokî ya Dîlokê ya li navçeya Şahînbey a navendî ji ber erdhejê hilweşiyan, kevirên kelehê li ser rê belav bûn.
Hesinên li dora kelehê li ser peyarêkên derdorê belav bûn.
Dîwarê li kêleka kelehê jî hilweşiya. Di hin bircan de, derzên mezin hatin dîtin.
Li aliyê din qube û dîwarê Mizgefta Şîrvanî ya dîrokî ku li kêleka kelehê ye û tê gotin di sedsala 17an de hatiye çêkirin, beşeke wê hilweşiyaye