Endamên Kongreyê bangî Trump kir: Êrişa Îsraîlê derfeteke girîng e

9 endamên Kongreya Amerîkayê derbarê şerê Îran û Îsraîlê nameyek ji serokê welatê xwe Donald Trump re şand.

16.06.2025, Pts - 11:51

Endamên Kongreyê bangî Trump kir: Êrişa Îsraîlê derfeteke girîng e
Nuçe Belav bike

Endamên Kongreya Amerîkayê diyar kir ku êrişên Îsraîlê li ser Îranê derfeteke girîng e ji bo astengkirina Îranê ku bibe xwediyê çekên nukleerî.

Endamên Kongreyê ji serokê welatê xwe re dibêjin, "Êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê derfeteke girîng e ji bo astengkirina Îranê ku bibe xwediyê çekên nukleer.

Îranê dema dan û standinan wekî taktîkekê ji bo hilberîna çekên nukleer bi kar aniye.”

Şerê Îran û Îsraîlê ji berbanga roja înê ve berdewam dike û Îran bi taybetî fermandar û zanayên atomî yên Îranê dike armanca êrişên xwe.

Li gorî amarên fermî, ji ber şerê her du welatan heta niha li Îranê 128 kes hatine kuştin û li Îsraîlê jî 13 kes hatine kuştin.

Her 9 endamên Kongreyê di nameya xwe de gotine, erişa Îsraîlê ya li ser Îranê bersiva wan gefan bû ku li ser wan hebûn.

Wan her wiha amaje bi vê jî kiriye, Îran di piştgirîkirina Hemas, Hizbulah û Hûsiyan de berdewam e.

Her wiha, Îran piştgiriyê dide komên çekdar ên li Îraq û Sûriyê ku piştî 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî baregehên Amerîkayê kirine.

Nameya endamên Kongreyê ya ji bo Trump wisa ye:

“Birêz Serok Trump,

Em bi lez û bez vê nameyê ji we re dinivîsin, di dema ku Îsraîl operasyoneke leşkerî ya mezin dest pê kiriye û armancên xwe kirine navendên nukleerî, navendên mûşekan û serkirdayetiya bilind a Îranê. Ev gavê qetker piştî du mehan hewildanên dîplomatîk ên bêencam tê û derfeteke çarenûssaz pêk tîne ji bo astengkirina rejîma Îranê ji bidestxistina çekên nukleerî.

Hewildanên Tehranê ji bo bidestxistina çekên nukleerî û dîroka wê ya dirêj a handana tundiyê ji rêya komên terorîst ên bi milîtarîst ve, wisa kiriye ku ew xwe bigihinê vê demê.

Rejîma Îranê bi dehan sal in ku mijûlî xapandina civaka navneteweyî ye û dîplomasiyê wekî taktîkek ji bo wextê bikaraniye, di heman demê de kapasîteyên xwe ji bo hilberîna çekên nukleerî pêş xistine.

Niha, dema ku Îran di bin êrişên leşkerî yên rasterast de ye û cîhan çavên xwe lê dinêre, derfetek li ber destê Amerîkayê heye ji bo bidawîkirina li daxwazên nukleerî yên Îranê, ew jî ji rêya piştrast bûnê ji betalkirina tevahiya bernameya wê bi rêya dan û standinan ve.

Ti tiştek bi navê zengînkirina aştiyane ya uranyumê tuneye dema mijar pêwendî bi Îranê re hebe ku mezintirîn welatê piştgirê terorê ye li cîhanê. Êrişên li ser dezgehên zengînkirina uranyumê yên Îranê - her wiha kargehên mûşekan û navendên fermandariyê - di bersiva tiştê ku berpirsên Îsraîlê wekî ‘gef’ bi nav dikin de hatine kirin.

Artêşa Îsraîlê texmîn kiriye ku Îranê ji berê ve miqdarê pêwîst ê uranyumê zengîn kiriye ji bo çêkirina çend çekên nukleerî. Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Nukleerî (IAEA) piştrast kiriye ku Îranê bi dehan sal in pêbendbûnên xwe yên li ser belavnebûna çekên nukleerî binpê kirine. Cîhan êdî nikare xwe bi xeyalan bixapîne.

"Îran bû sedema mirina bi hezaran kesî"

Tevgerên ziyandar ên Îranê ji bernameya nukleerî wêdetir in. Îranê roleke bingehîn di piştgirîkirina êrişa 7ê Çiriya Paşîn a Hamasê ya li ser Îsraîlê de hebû ku bû sedema komkujiya zêdetirî hezar kesan û revandina 251 kesan, di nav de 12 Amerîkî, ji bo nav tunelên Xezayê.

Îran her wiha berdewam e di piştgirîkirina Hamas, Hizbulah û Hûsiyan di wî şerî de ku piştî wê bûyerê dest pê kir. Sala borî, Îranê 2 êrişên bêmînak li ser Îsraîlê kirin û bi sedan dron û mûşek li ser axa Îsraîlê barandin.

Her wiha Îranê komên xwe yên milîtarîst li Îraq û Sûriyeyê çekdar kir û berê wan da ku piştî 7ê Çiriya Paşîn ve êrişî ser baregehên Amerîkayê kirine, di nav de kuştina 3 leşkerên Amerîkayê di Çileya 2024an de, ev jî ji bilî ku rejîma Îranê planên terorê li ser axa Amerîkayê danîne û kujer bi kirê girtine ji bo armanckirina hevwelatiyên Amerîkayê, di nav de cenabê we bi xwe jî hebû.

Di vê çarçoveyê de, em gelek nîgeran in ji berdewamiya Îranê di bikaranîna taktîka demkujiyê ji bo derengxistina vegerandina zû ya dorpêçan û dîsa avakirina kapasîteyên xwe di bin perdeyê danûstandinan de.

"Îran piştgiriyê dide rêxistinê terorê"

Ew maweyê 2 mehî ku rêveberiya we danîbû, bi dawî bû û wext hatiye ku Îran biryarekê bide - an guherîneke rastîn bike an rûbirûyê zexteke dîplomatîk a jinavber bibe, di gel zexta leşkerî ya Îsraîlê.

Em ji we dixwazin ku dest bi kar bikin di gel hevparên me yên Ewropî ji bo çalakkirina mekanîzmayê vegerandina dorpêçan li gorî biryara 2231ê ya Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî heta meha tîrmehê - ji bo piştrast bûn ji wê ku em maweyê çarenûssaz yê meha çiriya paşîn ji dest nedin ji bo dîsa sepandina dorpêçên giştgir li ser bernameya çekên Îranê.

Divê Amerîka helwesteke bi tevahî zelal û aşkera hebe, sifir zengînkirin, sifir rê ber bi çekên nukleerî ve. Her çarçoveyek ku ji vê standardê derkeve, rûbirûyê dijberiyeke bihêz a her du partiyan (Demokrat û Komarî) li Kongreyê dibe.

Îran baca bi dehan salan tevgerên bêîstiqrarker dide wekî mezintirîn welatê piştgirê terorê li cîhanê. Em ji we dixwazin ku hûn daxwaza betalkirina tevahiya bernameya nukleerî ya Îranê û bidawîkirina li piştgiriyên wê ji bo terora cîhanî bikin.

Rejîma Îranê hîn bûye ku binpêkirin ceza bi xwe re tîne. Tenê dema ku bersiv dide ku rûbirûyê helwesteke hişk û qetker dibe.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:02:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x