Endamê Desteya Berjewendiyên Îranê Muhsîn Rezayî ragihand ku hemû welatên Erebî pêwendî bi Îranê re kirine û piştgiriya xwe ji bo Îranê anîne zimên.
Muhsîn Rezayî di berdewamiyê jî de got, ”Pakistanê jî gotiye, ‘Eger Îsraîl bombeya nukleer bi kar bîne, em ji dê bombeya nukleerî li wan bidin."
Endamê Desteya Berjewendiyên Îranê ji medyaya welatê xwe re got:
”Piraniya bûyerên doh û îro pêwendî bi wan dronên ku dijmin (Îsraîl) bi awayên cuda li ser banê hin xaniyan bicih kirine û ji dûr ve wan dişînin ve heye.
Îranê di êrişên doh û îro de, mûşekên wisa bi kar anîne ku serê her yek ji wan mûşekan ton û nîvek hebûne. Mûşekên Îranê ên girantir û hêza wan zêdetir jî hene ku hîn bi kar neanîne."
Wî endamê Desteya Berjewendiyên Îranê ku hevdem payeya wî ya leşkerî lîwa ye, di gotinên xwe de behsa Îrana piştî şer û "serkeftinê" kir û got:
"Piştî serkeftina Îranê di vî şerî de, deriyên pêşketinê vedibin, Amerîkî bi zelîlî tên ji bo hilberînê û deriyên hilberînê dê vebin.
Me heta niha şer bi rê ve biriye lê dibe ku em bigihêjin wê encamê ku sînoran derbas bikin û dest bidin hin gavan."