Artêşa Îsraîlê: Me li Tehranê êrişî baregeha Feyleqa Qudsê kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li Tehrana paytexta Îranê êrişî baregehên Feyleqa Qudsê ya girêdayî Supaya Pasdaran kiriye.

16.06.2025, Pts - 12:09

Artêşa Îsraîlê: Me li Tehranê êrişî baregeha Feyleqa Qudsê kir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, êriş bi “rênîşandana hûr a îstixbaratê ji aliyê Birêvebiriya Îstixbaratê ve” hatiye kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyê de got, “Li wan baregehan, berpirsên Qudsê ji bo çalakiyên terorîstî yên li dijî Îsraîlê, bi rêya şaxên rejîma Îranê yên li Rojhilata Navîn, plan datanîn.”

Ev êriş, derbeke din a stratejîk e ku Îsraîl di dema şer de li Îranê û bi taybetî li Supaya Pasdaran dixe.

Îsraîlê berê Serokê Îstixbarata Supaya Pasdaran Mihemed Kazimî û cîgirê wî kuştibû.

Îranê ragihandiye ku armanca operasyonên wê “jiholêrakirina tam a rejîma Siyonîst” e û berdewam e li ser şandina rêzeke nû ya mûşekan.

Hejmara qurbaniyan li her du aliyan her ku diçe zêde dibe, ku li Îsraîlê 17 kes û li Îranê jî zêdetirî 224 kes hatine kuştin.

Berbanga 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî çend binkeyên atomî û leşkerî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kiribû û di encamê de hejmarek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî hatibûn kuştin.

Îranê di bersiva êrişê de, operasyona bi navê ”Soza Rast 3” li dijî Îsraîlê ragihand û heta niha bi çend qonaxan êrişên mûşekî biriye ser wî welatî.

Heta niha şer û pevçûn di navbera Tel Avîv û Tehranê de berdewam dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:18:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x