Îsrael Katz: Xelkê Tehranê dê berdêlê bide

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz diyar kir ku "Îran li Îsraîlê sivîlan dike armanc û şêniyên Tehranê dê di demek nêz de bedela vê yekê bidin."

16.06.2025, Pts - 12:16

Îsrael Katz: Xelkê Tehranê dê berdêlê bide
Nuçe Belav bike

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz di peyameke nivîskî de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand, gef li şêniyên Tehranê xwar.

Katz, Rêberê Îranê Elî Xamineyî jî kir armanc û îdia kir ku burêvebiriya Tehranê di tolhildana xwe ya li hemberî êrîşan de "sivîlan dike armanc."

Katz li Îraniyan gef xwar û wiha got, "Dîktatorê qure yê Tehranê, veguheriye kujerekî tirsonek ku bi awayekî armanckirî êrîşî sivîlên li Îsraîlê dike, da ku wê ji berdewamkirina êrişên ku şiyanên artêşa Îsraîlê têk dibin, rawestîne.

Xelkê Tehranê dê bedela vê bide, ew jî di demeke pir nêzîk de."

Şerê ku bi êrişa Îsraîlê dest pê kir

Îsraîlê 13ê Hezîranê de êrişên berfireh pêk anîn ku di serî de tesîsên nukleerî yên li bajarên cuda yên Îranê û her wiha fermandariya pilebilind a artêşê kiribûn armanc.

Di êrişan de Sererkanê Îranê, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran û hin fermandarên din ên pilebilind tevî 9 zanyarên nukleerî hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de ji roja înê ve li seranserê welêt 224 kes hatine kuştin û 1277 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku di êrîşa tolhildanê ya artêşa Îranê de ku bi mûşekên balîstîk li Îsraîlê hat kirin, 21 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:13:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x