Li 15 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

Parêzgeriya Şirnexê li bejahiyên Cizîr, Silopî, Basa, Qilaban û Elkê bo 15 rojan li 15 hereman qedexe ragihand û hat amajekirin ku deverênhatîn destnîşankirin wek Herêma Ewlekariya Ya Teybet a Demkî hatine ragihandin.

14.09.2024, Cts - 09:50

Li 15 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Parêzgeriya Şirnexê li bejahiyên Cizîr, Silopî, Basa, Qilaban û Elkê bo 15 rojan li 15 hereman qedexe ragihand û hat amajekirin ku deverênhatîn destnîşankirin wek Herêma Ewlekariya Ya Teybet a Demkî hatine ragihandin.

Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin ku li herêma Besta, li Çiyayê Cûdî ya dikeve aliyê Cizîr û Silopyayê, li Çiyayê Gabar ê dikeve aliyê Basa, li bejahiya Elkê û Qilaban bo 15 rojan qedexe hatiyeragihandin.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê de hatiye amajekirin, 15 deverên ku hatine destnîşankirin wek Herêma Ewlekariya ya Teybet a Demkî hatine ragihandin û biryara qedexeyê ji 14ê îlonê dest pê dike û heta 29ê Îlonê dê meriyetê de be û bang li welatiyan jî tê kirin ku li gorî biryara qedexeyê tevbigerin.

Parêzgeriya Şirnexê balê dikêşe ji bo ku ewlekariya civakîwere cîbicîkirin, pêşî li tawanan û buyerên tund û tujiyê  weregirtin biryareke wisa hatiye wergirtin û çuyin u hatina van hereman hatîye qedexekirin.

Vî nûçeyê tevayî: 203 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x