Li Amedê bi ‘dehfan’ çalakîya piştgirîya Efrînê!

Çalakîya rêxistina HDPê ya Amedê, KCD, KJA û nûnerên saziyên kurd rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan, ji bo ji hindirê avahiyê dernekevin derve HDPyî dehf dan, HDPyîyan jî ji bo derkevin derve polis dehf dan. Di çalakiyê de dimênên balkêş derketin holê.

21.01.2018, Paz - 11:57

Li Amedê bi ‘dehfan’ çalakîya piştgirîya Efrînê!
Nuçe Belav bike

Rexistina HDPê ya Amedê, KCD, KJA û nûnerên saziyên kurd xwestin ku li ber avahîya xwe ji bo şermezerkirina operasyona Efrînê daxuyanî bidin.

Berîya daxuyaniyê bi sedan polîs li dora avahîya HDPê bi cih bûn û avahî ji çar alîyan ve dorpêç kirin.

Kesên xwestin werin ber avahiyê rastî astengîya polîsan hatin. Di heman demê de gelek polîsan jî ber deriyê avahiyê girtin.

Dema nûnerên partî û saziyên kurd xwestin derkevin derve ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Hevdîkinên di navbera polîs û HDPyîyan de jî bê encam man.

Hevserokê Giştî yê DBPê Mehmet Alî Aslan li ber benda polîsan xwest dengê xwe bigihîne rojnamageran ku li paş benda polîsan bûn û daxuyaniyê wiha bide, lê polîsan devê Aslan girt û destûr neda daxuyaniyê bide.

Alozîya ber avahîya HDPê demek dirêj dewam kir. Dema HDPyîyan hewl da ku ji hindirê avahiyê derkevin polîsan, ji bo ji hindirê avahiyê dernekevin derve HDPyî dehf dan, HDPyîyan jî ji bo derkevin derve polîs dehf dan. Di çalakiyê de dimênên balkêş derketin holê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:03:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x