Li Amedê cihê Mûxtarên hilbijartî Qeyyum hatin danîn

Li Bakurê Kurdistanê Bajarê Amedê Navçeya Licê, 10 Muxtarên ku 31ê Gulanê hatibûn hilbijartin, Qeyyum danan şûna wan.

10.05.2019, Cum - 08:26

Li Amedê cihê Mûxtarên hilbijartî Qeyyum hatin danîn
Nuçe Belav bike

Di hilbijartinên 31ê Adarê de, 10 Muxtarên ku 31ê Adarê hatibûn hilbijartin, bi heceta lêpirsîn derbarê wan de heye, erkê wan hate desteser kirin.

Muxtarên ku di 31ê Adarê de ji aliyê dengdêran ve hatibûn hilbijartin, pesendên xwe jî, wergirtibûn û dest bikar kiribûn.

Lê Partiya desthilatdar, erkê wan desteser kir û endamên partiya xwe di dewsa wan de, wek Qeyyum danî.

Lêpirsîna Muxtaran bi fermana Wezareta Navxweyî ve hatiye destpêkirin û li heman gundan berê jî, qeyyum hatibûn bicîh kirin.

Li Gundên Licê beriya hilbijartinên 31ê Adarê jî, 15 Muxtarên gundan erkê wan hatibû desteser kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:07:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x