Li Cadeya Kayapinarê ya navçeya Peyasê şeva borî ji ber sedemeke nehat zanîn du alî pev çûn.
Di encama pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û gumanbar ji cihê bûyerê reviyan.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û polîs ji bo gumanbarên ji cihê bûyerê reviyan dest bi xebatên lêgerînê kir.