Li Amedê piştî şahiya Newrozê 166 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê piştî şahiya Newrozê 166 kes hatin desteserkirin.

22.03.2024, Cum - 09:27

Li Amedê piştî şahiya Newrozê 166 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Amedê duh ahengeke mezin a Newrozê, bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" wekî fînala Newroza Bakurê Kurdistanê bi rê ve çû.

Piştî bidawîbûna şahiyê bi hinceta “dirûşme û cilûbergên PKKyê” 166 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.

Di şahiya îro ya Newroza Amedê de 7 hezar û 500 polîs amade bûn.

Herwiha ji asmanî û bejayî ve tedbîrên ewlehiyê hatibûn girtin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 122 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:34:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x