Li bajarê Agirî navçeya Bazîdê di navbera leşker û gerîllayên PKKê de pevçûnek dijwar qewimî. Pevçûnê de 2 leşkerên pispor û 2 cerdevan mir.
Îro danê sibê li gundê Gungoren yê bajarê Bazîdê li parêzgeha Agirî ya Bakûrê Kurdistanê, şerekî giran di navbera hêzên PKKê û Tirkiyê de derket.
Li gorî çapemeniya Tirkiyê, di wî şerî de 2 serbaz û 2 milîsên kurd yên dewletê hatin kuştin û 8 serbaz û milîs jî birîndar bûn.