Li 4 gund û 6 gundikên navçeya Xîzanê ya Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li hin gund û gundikên navçeya Xîzan a Bedlîsê, bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gundê Koçyîgît û gundikên wê Alancik, Akyel û Doyûmlû, li gundê Karbasti û gundikên wê Yamaç, Yolustu, Task, gundên Karlitepe, Tûtûmlû û Gurece ji saet 01:00 û pê ve derketina derve hate qedexekirin.