Ji aliyê Parêzgeriya Şirnexê ve hat ragihandin ku li Çiyayê Cûdî ya dikeve aliyê Cizîr û Silopyayê, li Çiyayê Gabar a dikeve aliyê Basa û li bejahiya Elkê bo 7 rojan qedexe hatiye ragihandin.
Di daxuyaniya Parêzgeriya Şirnexê de hatiye amajekirin ku deverên hatine destnîşankirin wek Herêma Ewlekariya ya Teybet a Demkî hatine ragihandin û biryara qedexeyê 24ê Hezîranê dest pê dike û heta 30ê Hezîranê dê meriyetê de be û bang li welatiyan jî tê kirin ku li gorî biryara qedexeyê tevbigerin.
Parêzgeriya Şirnexê balê dikêşe ji bo ku ewlekariya civakî were cîbicîkirin, pêşî li tawanan û buyerên tund û tujiyê were girtin biryareke wisa hatiye wergirtin.