Li Colemêrgê bo dema 36 demjimêran qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Parêzgeriya Colemêrgê, bi hînceta ku li navçeya Geverê “amadekariyên çalakiyeke ne yasayî” tê kirin li wê parêzgehê bo dema 36 demjimêran qedexeya çalakiyan ragihand û her wiha dibêje dê li hinek cihên bajêr çûn û hatin û kombûn were sînordarkirin.

04.02.2023, Cts - 15:36

Li Colemêrgê bo dema 36 demjimêran qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya ku 4ê Sibatê 2023ê ji aliyê parêzgariya Colemêrgê ve hatî dayîn, hinek kesên ku alîgirên HDPê û rêkxistinên PKK/KCKê ne li ser medya civakî belavkirine ku ew dê di 6ê Sibatê de bi bûneya salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocelan ji Geverê bi awayek girseyî ber bi navçeya Gemlîk ya ser bi Bursayê ve biçin.

Parêzgeriya Colemêrgê, bi hîncetê bo dema 36 demjimêran qedexeya çalakiyan ragihand û dibêje dê li hinek cihên bajêr ji bo çûn û hatin û kombûnê destûr neyê dayîn.

Parêzgarî dibêje: “Li hinek cihan di ketin û derketina bajêr de bi gomana ku eger heye ewlehî û aramiya civakî bê xirapkirin dê ketin û derketin, kombûn û hatin çû çûna otomobîlan were sînordarkirin. Ji roja 5ê Sibatê demjimêr 8:00ê heta 6ê Sibatê demjimêr 20:00 di nav sînorê parêzgeha Colemêrgê çalakiya meşê û beşdarbûna wê çalakiyê qedexe ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 314 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:31:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x