Li Dêrsimê lêgerîna bo 3 ciwanên Kurd di Çemê Munzurê de berdewam e

Malbatên sê ciwanên ji Amedê ku di roja yekem a cejnê de çûbûn Dêrsimê û li ser rêya Dêrsim-Pulurê otomobîla wan ketibû nav Çemê Munzurê, li benda dîtina zarokên xwe ne, lê dem her ku diçe hêviyên wan kêmtir dibin.

24.04.2023, Pts - 11:31

Li Dêrsimê lêgerîna bo 3 ciwanên Kurd di Çemê Munzurê de berdewam e
Nuçe Belav bike

Roja yekemîn a Cejna Remezanê, 3 ciwanên Kurd ên ji parêzgeha Amedê yên bi navê Azat Demiral (21 salî), Mehmet Can (22 salî) û Baran Aslan Taş (22 salî) bo geşt û seyranê çûbûn Dêrsimê, lê li ser rêya Pulur-Dêrsimê otomobîla wan ketibû nav Çemê Munzurê.

Li ser îxbara hevalên wan ên ku qeza dîtin, ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji 112, cendirme, AFAD, îtfaiye û kesên xwebexş gihîştin herêmê û dest bi lêgerînê kirin.

Malbatên wan ciwanan li qerax Çemê Munzurê kom bûne û çavên wan li çem e, û ew hêvîdar in ku xebereke xêrê ji ciwanên wenda werbigrin. Lê her dem dirêj dibe hêviya wan jî kêm dibe û nerazî ne ku alîkarî wek tê xwestin nîne.

Yek ji xizmên du ciwanên wenda dibêje, ew naxwazin ku dema karê lêgerînê dirêj bibe û banga alîkariyê bo Serokkomarê Tirkiyê dike.

Mehmet Ali Kartal, xizmê Azat Demiral û Mehmet Can Demiral ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Ez ji serokomar alîkariyê dixwazim, naxwazim ev yek dirêj bibe, ez merasima cenazeyê xwe dixwazim. Divê serokê min û rayedarên din çi ji destê wan tê bikin, lê bi vî awayî em ê di aşitiyê de bin ji ber ku em xemgîn in û em li bendê ne.”

Ji xizmên ciwanan Salih Aydogan jî got: “Em ji ber bendewariyê gelekî xemgîn in. Em dixwazin demildest bên dîtin. Bila armanca me bibînin û em rehet bibin.”

Haci Bişar Ozçinar jî diyar kir: “Ez spasiya leşkeran û şaredariyê dikim ji bo tevkariyên wan, lê hinek kêmasî hene. Ev sê roj in em li vir in, wan karîbûn 5 km lêgerîn bikin, em bêtir alîkariyê dixwazin, ne laş û ne jî otomobîl dîtin. Em wek malbat poşman in, em li benda alîkarî û destwerdana zêdetir in.”

Ji ber zêdebûn û şêlûbûna ava Çemê Munzurê kar û xebatên lêgerînê zehmet û hêdî birêve diçin.

Serokê Komeleya Lêgerîn û Rizgakirinê ya Munzurê, Mehmet Bidav bo Rûdawê ragihand ku tîmên rizgarkirinê ji parêzgehên wek Riha, Bedlîs û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê û ji parêzgeha Afyonê ya Tirkiyê jî hatine û di roja 4emîn de kar û xebat berdewam in.

Mehmet Bidav got: “Em wek komeleyê li ser kar û xebatên xwe berdewam in. Nêzîka hezar kesan di nav kar de ne. Me mesafeya 60 kîlometre wek 15 sektoran ji hev veqetandiye û di her sektorekê de tîmên berpirsiyar hene. Ev tîm dê li heman cihî 5 rojan bimînin û piştre bên guhertin. Niha di nav Bendavê de 6 bot hene û ji her aliyê welat tîmên alîkariyê hatine.”

Roja yekemîn a Cejna Remezanê 3 ciwanên Kurd ji parêzgeha Amedê bo geşt û seyranê çûbûn Dêrsimê û li ser rêya Pulur-Dêrsimê otomobîla wan ketibû nav Çemê Munzurê. Azat Demiral, Mehmet Can Demiral û Baran Aslan Taş ew her 3 ciwan in ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x