Li Dîlokê jineke Sûrî mirî hat dîtin

Li navçeya Belqisê ya ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ve, doh êvarê 12ê Çileya 2023ê jineke Sûrî li mala xwe mirî hat dîtin.

13.01.2023, Cum - 09:26

Li Dîlokê jineke Sûrî mirî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan li navenda navçeya Belqisê, piştî ku mirovên wê zanyarî ji Hind Haciabdullah wernegirtin tîmên tendirustiyê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinên tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Jina Sûrî di mala xwe de mirî hat dîtin.

Keça Hind Haciabdullah, Hacer a 10 salî jî got: “Diya min nexweşa epîlepsiyê ye. Dema ez ji dibistanê hatim mal diya li ser piştê dirêjkirî bû û bêhna dûmanê ji mal dihat.”

Piştî lêkolîna li cihê bûyerê termê Hind Haciabdullah bo Saziya Pizîşkî ya Dadê ya Dîlokê hat veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:46:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x