Li Dîlokê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn: 2 mirî û 2 birîndar

Li navçeya Qurêderê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

23.03.2024, Cts - 22:35

Li Dîlokê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn: 2 mirî û 2 birîndar
Nuçe Belav bike

Li ser rêya navçeya Qurêderê yê Dîlokê û parêzgeha Osmaniyeyê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn.

Di encamê de 2 kesên di nav otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her du kesên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Qurêderê.

Li seranserî Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa keşûhewayê bûyerên trafîkê zêde bûne û saziyên pêwendîdar hişyariyê didin ku tedbîrên pêwîst werin wergirtin.

Vî nûçeyê tevayî: 142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:48:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x