Li qundê Bacaxê yê girêdayî Farqînê li qada seyrangeha ku wek Bihûşta Veşatî tê zanîn keçeke 12 salî di avê de xeniqin û 2 kes jî ji mirinê xelas bûn.
Li gorî zanyariyan dema ku malbata Gormez ji bo şahiya Serê Gulanê (14 Gulanê) çûye qada seyrangeha Bihûşta Veşartî, keça wan a 12 salî ya bi navê Îlknûr Gormez dişemite û dikeve avê.
Li ser vê yekê ji bo keça ku ketiyê avê rizgar bikin du kes xwe davêjin avê û ji mirinê rizgar dibin.
Hat ragihandin piştî demekê cenazeyê keça 12 salî ji avê hatiye derxistin.