Hate ragihand ku ji ber sedema operasyonên leşkerî ji îro û pê de li 12 gund û mezrikên navçeya Amedê Farqînê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Qedexeyê îro sibehê saet 06.00an dest pê kir.
Parêzgeha Amedê derbarê qedexeyê de ev daxuyanî belav kir: "Li deverên ku operayon tên meşandinê ji bo ku welatî zirara mal û canî nebinin li gorî destûra birêvebirina bajêr a bi 5 hezar û 442an li herêmên ku hatine diyarkirin (gund, mezrik û taxên Farqînê ên Kazandagi, Demirkuyu, Ozluce, Esenyol, Dariseven, Usluca, Bogazonu, Toklar, Kalemli, Taraklı, Çatak û Çigdemli) îro 16ê mijdarê 2017an roja pencşemê saet 06.00an de dest pê dike û heta îlankirineke din li van herêman qedexeya derketina derve hatiya danîn."