Hat ragihandin ku Ferqîna navçeya Amed 15 gundan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku, ev qedexeya çûnûhatinê li wan 15 gundên Farqînê ji îro demjimêr 06.00 ve dest pê dike û heta bi biryareke din ewê berdewam bike.
Parêzgeriya Amedê dide xuyankirin ku, ev qedexeya çûnûhatinê bi mebesta parastina jiyana xelkê hatiye ragihandin.
Tê zanîn ku piştî agirbest û pêvajoya aşitiyê, di navbera PKKê û dewletê de, di dawiya Tîrmeha 2015an de, têkçû, hikûmeta Tirkiyê li bin navê operasyonên li dijî PKKê, li piraniya deverên Bakurê Kurdistanê, qedexeya çûnûhatinê yan jî herêmên ewlekariyê ragihandine.