Li Şirnexê şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û serbazên Tirkiyê de çê bû. Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê li Gabarê 4 gerîla canê xwe ji dest dane û HPGê jî ragihand ku wan wesayîteke leşkerên Tirkiyê kirine armanc û têk birine.
Li gor zanyariyên ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê, îro 30.07.2020, piştî nîvro, di encama “xebatên îstîxbaretî yên MÎTê de” li çiyayê Gabarê 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
Lêbelê ajansa navborî derbarê hûrgiliyên “xebata îstîxbaretî” de ti zanyariyek belav nekir.
Li aliyê din li gor Ajansa Mezopotamiyayê li îro li çoltera gundê Bana yê sen bi Basana Şirnexê ve şer di navbera gerîlayên PKKê û serbazan de rû daye.
Li gor heman ajansê artêşa Tirkiyê bi rêya helîkopteran gelek serbaz danîne wê deverê “ew gund hatiye dorpêçkirin û rê bi ti kesî nayê dayîn ji gund derkeve” û herwiha hatiye diyarkirin.
Navenda Ragihand û Çapemaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye aşkere kir ku roja 27ê Tîrmehê, derdora demjimêr 10.00 li çiyayê Gabarê wesayîteke artêşa Tirkiyê hatiye armanckirin.
Li gor daxuyaniya HPGê ew wesayît “bi awayekî bibandor hatiye armanckirin” û hejmara leşkerên kuştî û birîndar ên di wê wesayîtê de “nehatiye tespîtkirin.”