Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe twitterê ragihand ku li herêma “Operasyona Çengê Pilingê” roja Çarşemê 5ê Tebaxa 2020an şer di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li herêma ku artêşa wî welatî operasyona bi navê Çengê Piling a li nav axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, cerdevanek ji aliyê gerîlayên PKKê ve hate kuştin. Medyaya nêzîkî PKKê ji dibêje gerîlayên HPGê li devera Şeşdara ya herêma Heftanînê li dijî leşkerên Tirkiyê çalakiyek pêk anîne.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesabê xwe twitterê ragihand ku li herêma “Operasyona Çengê Pilingê” roja Çarşemê 5ê Tebaxa 2020an şer di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye.
Li gor daxuyaniyê di wî şerî de cerdevanê bi navê Saît Ozmen birîndar bûye û ew ji bo dermakirinê birine nxweşxaneyê, lê tevî hemu hewlên bijîşkî ji mirinê rizgar nebûye.
Saît Ozmen xelkê navçeya Hezex a Şirnexa Bakurê Kurdistanê bûye.
Ji aliyê din ve medyaya nêzîkî PKKê jî ragihand ku gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) li devera Şeşdara ya herêma Heftanînê li dijî leşkerên Tirkiyê çalakiyek lidar xistine û di encamê de efserek û çend leşker hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîrana îsal ve operasyonek bi navê Çengê Baz û di 17ê Hezîranê de jî operasyonek bi navê Çengê Piling, li dijî PKKê û di nav axa Herêma Kurdistanê de daye destpêkirin ku heta niha jî berdewam e.