Li Kilîsê di heman rojê de 4 malbat pev çûn: 12 kes birîndar in

Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê di 2 bûyerên cuda yên pevçûna malbatan de 12 kes birîndar bûn.

25.09.2023, Pts - 10:13

Li Kilîsê di heman rojê de 4 malbat pev çûn: 12 kes birîndar in
Nuçe Belav bike

Li navçeya Elbeyliyê ya parêzgeha Kilîsê 2 malbat bi hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, li gundê Beylerbeyiyê yê navçeya Elbeyliyê bi sedema ku traktorê zerer daye boriya avdanê di navbera 2 malbatan de alozî derket.

Her du malbat piştre bi kevir û daran êrişî hev kirin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar bi ambûlansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşcayê.

Hêzên ewlehiyê li gund tedbîr zêde kirin û wan di nav gund de dest bi lêpirsînê kir.

Malbatan bi kêr û çekan êrişî hev kir

Her wiha li heman parêzgehê şeva borî di navbera 2 malbatên din de jî alozî derket.

Her du aliyan bi kêr û çekan êrişî hev kir û di encamê de yek jê giran 3 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan li taxa Ekrem Çetînê zarokên 2 malbatan li hev xistin.

Piştre da ku bûyer mezin nebe mezinên her 2 malbatan civiyan lê di navbera wan de alozî derket û bi çek û kêran li hev xistin.

Di encamê de kesek bi çekê û kesek jî bi kêrê birîndar bû.

Kesên gumanbar dema ku dixwestin ji cihê bûyerê birevin bi otomobîlê li kesekî bi navê M.Ç qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û her sê birîndar bir Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşcayê.

Tê gotin ku rewşa tenduristiya M.Ç nebaş e.

Piştî bûyerê 3 kes hatin desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x