Li 2 gund û mezrayên navçeya Lîcê jiber lidarxistina operasyona leşkerî qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Gorî daxûyaniya walîtiya Amed'ê; '' Gundê Akçabûdak û mezrayên Tahtakülek, Mahmudan, Kasanmah., Hij, Mahmutlu, Leyhasor, Dergan, Kaynaktaşı û Alıçlıyayla, gundê Ulucak û mezrayên wî Yeniyazı, Ballıca, Aliyan ve Abdurrahmanağa roja 21 Tîrmeh 2017 an şunve heya daxûyaniyek duyemîn derketina derve hatiye qedexekirin. Qedandina qedexê wê bê ragihandin.''