Li Mêrdînê hemû çalakî 7 rojan hatin qedexekirin

Li Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure xwepêşandan, meş, civîn, konferansên rojnamevaniyê, çalakiyên rûniştinê û vedana konan 7 rojan hatin qedexekirin.

13.10.2023, Cum - 07:50

Li Mêrdînê hemû çalakî 7 rojan hatin qedexekirin
Nuçe Belav bike

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin.

Li parêzgeha Mêrdînê hemû cure xwepêşandan û çalakî 7 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Mêrdînê ragihand, hemû curê xwepêşandan, meş, çalakiyên rûniştinê, vedana konan û standan û çalakiyên din ji demjimêr 00:01ê 13ê Çiriya Pêşînê heta demjimêr 24:00ê 19ê Çiriya Pêşînê hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexekirinê çalakiyên fermi û yên ku bi destûra parêzgar û qeymeqaman in li xwe nagire.

Vê hefteyê li parêzgehên Amed, Dêrsîm, Çewlîg û Wanê jî hemû cure çalakî hatibûn qedexekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:03:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x