Li Mereş û Hatayê erdhejên din rû dan

Li gorî malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), li navçeya Onikisubat a Mereşê demjimêr 01.55an erdhejekê rû da. Erdhej bi hêza 4.0 û 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

07.02.2023, Sal - 09:00

Li Mereş û Hatayê erdhejên din rû dan
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên li ser malpera AFAD'ê hatine belavkirin, demjimêr 02.13 li navçeya Nurhak a Mereşê erdhejek bi hêza 4,1 û 6,98 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFAD'ê, demjimêr 02.29 li Behra Spî ku 50,7 kîlometre dûrî Yayladagi ye, erdhejeke bi hêza 4,4 pêk hat. Erdhej 44,17 kîlometre di bin erdê de bû.

Ev yek li piştî wê tê, duhî li navçeya Pazarcik a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 çêbûn. Serokê AFAD'ê Yunus Sezer ragihand, di erdhejên Mereşê de 2 hezar û 921 kesan canê xwe ji dest dane û 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:06:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x