Li Mereşê piştî 31 demjimêran pitikek bi saxî hat rizgarkirin

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, piştî 31 demjimêran ji erdhejê pitikeke 15 mehî ji bin kavilan bi saxî hat rizgarkiri

07.02.2023, Sal - 11:56

Li Mereşê piştî 31 demjimêran pitikek bi saxî hat rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû herêm hejand û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di bin kavilan de berdewam in. Li Mereşê li Apartmana Koker ya 10 qatî, piştî ku deng ji bin kavilan hat, tîmên rizgarkirinê xebatên xwe zêde kirin û di encama xebatan de gihiştin Meryem Işik a 15 mehî û wê bi saxî rizgar kirin. Meryem Işik bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Hat zanîn ku dayika wê pitikê li heman cih e û tîman xebatên xwe yên li wê xalê zêdetir kirin.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay ragihand ku li gor zanyariyên heta niha di erdhejê de 3 hezar û 432 kesan canê xwe ji dest dane û 2ê hezar û 534 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:03:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x