Li Mereşê qeza: 3 mirî, birîndarek

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 4 otomobîlan li hev xist, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

27.06.2024, Per - 16:53

Li Mereşê qeza: 3 mirî, birîndarek
Nuçe Belav bike

Otomobîla ku Hasan Kiliçparlar diajot li ser rêya Otobana Tarsus, Edene û Dîlokê ya di navbera parêzgehên Dîlok û Mereşê de li du otomobîlên li pêşiya xwe xist.

Her du otomobîl jî li otomobîleke din qelibîn.

Di encama qezayê de ajokarên her 3 otomobîlan Orhan Gul, Gulsum Vaapova û Veysel Oduncu canê xwe ji dest da û Bulent Aydinişik jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Bulent Aydin veguhast nexweşxaneyê.

Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin piştî rakirina otomobîlan careke din ji hatin û çûnê re hat vekirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 88 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:45:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x