Li Qersê di Newrozê de jî barîna berfê berdewam kir

Li Qers a Bakurê Kurdistanê di rojên Newrozê da jî berf nesekinî û erd spî kir.

23.03.2023, Per - 05:40

Li Qersê di Newrozê de jî barîna berfê berdewam kir
Nuçe Belav bike

Li navçeya Qamuşanê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di rojên Newrozê de li vê deverê berf bariya û her cih bi berfê sipî bû.

Gelek rê hatin girtin. Lê welatî bi barîna wê berfê kefxweşin û dibêjin bajarê me bi berfê xweşiktir dibe.

Welatiyekî anî ziman, “Sibehê dema em ji xew rabûn me dît her cih bi berfê sipî bûye. Sariqamiş xêliya sipî li xwe kiriye. Sariqamiş bi berfa xwe xweşike.”

Berfa ku derengiya şevê despê kir heta sibehê berdewam kir û rêya gelek gund û mezrayan hat girtin. Tîmên pakkirina rêyan bê navber xebatên xwe berdewam dikin.

Her çendî barîna berfê jiyana rojane ya welatiyan zehmet kiribe jî, lê bo zarokan bûye çavkaniya keyfê û lîstikê.

Welatiyekî got, “Me gokên berfê çêkirine. Sibehê dema em rabûn me dît berf bariye rojek gelek xweşe. Min bi hevalê xwe re topeke berfê çêkir.”

Ev dû rojin li parêzgehên Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare.

Li gor keşnasiya Tirkiyê tê pêşbînî kirin di rojên pêşiya me de jî li van parêzgehan berf û baran bibare û her wiha li piraniya parêzgehên din yên Bakurê Kurdistanê jî dê baran û şilope bibare.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:13:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x