Li Qilebanê bombeyek bi karkeran ve teqiya: Kuştî û birîndar hene

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li devera Heftenînê di encama teqîna mînekê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

02.08.2022, Sal - 08:56

Li Qilebanê bombeyek bi karkeran ve teqiya: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Bûyer îro serê sibehê li nêzîk gundê Bêcihê yê girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê çêbûye.

îro hejmareke karkerên ji gundê Bêcih ê girêdayî navçeya Qilebanê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ve ku di binkeyeke leşkerî de kar dikirin, dema di demjimêrên sibehê de diçûn ser karê xwe mînek raçandî bi otomibîla wan ve teqiyaye.

Di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên, kesê canê xwe ji dest daye navê wî Kerem e û xelkê gundê Bêcihê ye, herwiha herdû kesên birîndar jî yek ji gundê Kirorê ye û yê din jî ji navenda Şirnexê ye.

Li navçeyên sînorî yên Bakurê Kurdistanê hejmareke kesên sivîl jî di avakirina binkeyên leşkerî de kar dikin. Li gor ku xelkê navçeyê dibêjin ew mîn ji aliyê PKKê ve hatiye raçandin, lê heta niha PKKê têkildarî mijarê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:44:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x