Li Rihayê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê kesek hat kuştin û 6 kes hatin birîndarkirin.

14.06.2024, Cum - 16:00

Li Rihayê pevçûn: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Bûyerê li Bazara Ajelên Zindî ya Siwêregê rû da.

Li gorî agahiyan, du grup ketin qirika hev lê piştî ku nîqaş gur bû ew bi çekan pev çûn.

Kesê bi navê Faruk Yîgîter hat kuştin, 6 kes jî birîndar in ku birînên 2yan ji wan xedar in.

Tîmên tenduristiyê her du birîndarên ku metirsî li ser jiyana wan heye veguhastin Rihayê.

Cendirmeyan li cihê pevçûnê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û ji bo gumanbar bên girtin xebatan dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 446 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:11:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x