Li Rihayê pevçûna bi çekan: 2 kes birîndar bûn

Li navçea Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çekan de yêk jê giran 2 kes birîndar bûn.

04.10.2024, Cum - 10:34

Li Rihayê pevçûna bi çekan: 2 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, li taxa Ayvanatê ya navçeya Siwêregê di navbera du grûpan de ji ber deynan nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du aliyan bi çekan gule li hev reşandin.

Di encamê de Nurettin Suncakê 40 salî  û Eyûp Yildirimê  44 salî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Hate zanîn ji ber ku rewşa tenduristiyê ya Nurettîn Suncak giran bûye, tîmên tenduristiyê wî biriye Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê.

Ji bo girtina kesên ku pev çûne xebat hatin destpêkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 75 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:07:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x