Li Sêrtê agir bi zeviyeke genim ket: 65 donim şewitî

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi zeviya çandiniyê ket û 65 donim genim şewitî.

13.06.2023, Sal - 08:40

Li Sêrtê agir bi zeviyeke genim ket: 65 donim şewitî
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, roja 12ê Hezîranê 2023ê di demjimêrên êvarî de, li gundê Bîrhurik ya Sêrtê ji ber sedemek nayê zanîn agir bi zeviya genim ya cotkarê bi navê Mehmet Alî Çelîkbaş ketiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên Berevaniya Şaristaniyê ya Sêrtê bo cihê bûyerê hatin şandin. Gundiyan jî bi traktorê û otomobîlên kar hewl dan agir vemirînin.

Piştî 2 demjimêran agir hat vemirandin. Di encama wî agirî de zeviyek 65 donim genim şewitî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:09:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x