Li Sêrtê bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li Parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo dema 15 rojan hemû core çalakî weke xwepêşandan, konferansên rojnamevanî, grev girtin û vegirtina konan hatin qedexekirin.

31.12.2022, Cts - 07:29

Li Sêrtê bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Parêzgariya Sêrtê ragihand ku li parêzgehê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Sêrtê ji 31ê Kanûna 2022an heta 14ê Çileya 2023an bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn. Herwiha biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermi li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x